Bizaveke Netanyahu ji bo êrîşekê li dijî Îranê hat eşkerekirin

"Di sala 2011an de, serokwezîrê Israîlîê artêşa welatê xwe amade kiribû ji bo di nava 15 rojan de êrîşî Îranê, lê ji ber sedemeke nediyar ew êrîş hat rawestandin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê berê yê dezgeha hewalgiriya Israîlê (Mosad) Tamir Pardo, di hevdîtineke televizyonî de, bizaveke Israîlî ji bo êrîşkirinê li ser Îranê eşker kir.

Li gorî daxuyaniyên Tamir ji kenala Israîlî re:"Di sala 2011an de, serokwezîrê Israîlî Benjamin Netanyahu artêşa welatê xwe amade kiribû ji bo di nava 15 rojan de êrîşî Îranê, lê ji ber sedemeke nediyar ew êrîş hat rawestandin".

Berpirsê berê yê dezgeha hewalgiriya Israîlê (Mosad) Tamir Pardo
Berpirsê berê yê dezgeha hewalgiriya Israîlê (Mosad) Tamir Pardo

Pardo ku ji sala 2011an heya 2016an berpirsê Mosadê bû got: "Ji bo ez ji her tiştî piştrast bibim, min pêwendî li gel rawêjkarê yasayî û kesên berpirs kir derbarê ragihandina cengê, ji ber ku min dixwest piştî temambûna operasyonê, ez rastî sizayên yasayî neyêm."

Berî niha jî serokwezîrê berê yê Israîlê Ehud Barak, ragihandibû ku "Benjamin Netanyahu dixwest di sala 2011an de êrîşî Îranê bike, lê berpirsên pile bilin yên Israîlê rê nedan."

Daxuyaniyên wî berpirsê berê yê Mosadê di demekê de ne, ku Îran û Israîl çend caran li ser kêşeyên nav Sûryê nêzîkî cengê bûne.

N.O