Besê Hozat: Ji bo hilweşandina desthilata AKP, divê HDP di hilbijartinan de biser keve
K24 - Navenda Nûçeyan
Hevseroka Koma Civakên Kurdistanê (KCKê) Besê Hozat ragihand, ku ji bo hilweşandina desthilatdariya AKPê, giring e Partiya Demokratîk a Gelan HDP, benda sedî 10 ya hilbijartinan derbas bike.
Besê Hozat ji rojnameyeke nêzîkê PKKê re got: Heger HDP benda hilbijartinan derbas neke, wê AKP nêzîkê 70 kursiyên HDPê bidest bixe û ji ber vê yekê, nabe HDP di bin benda hilbijartinan de bimîne.
Navhatî diyar kir, ku Tirkiye di bin desthilata AKP û MHP de, ji nû ve tê dîzaynkirin û li Tirkiyê dîktatorî tê holê.
Herwiha Hevseroka KCKê zelal kir, ku AKP ji bo desthilatdariya xwe jidest nede, dikare şerekî navxwe destpê bike û ji bo hilweşandina desthilatdariya AKP, giring e HDP benda hilbijartinan ya sedî 10 derbas bike.
N.O