Tirkiye amadekariyên êrîşa Çiyayê Qendîlê dike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, Qendîl ji bo wan êdî ne armanceke dûr e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, Qendîl ji bo wan êdî ne armanceke dûr e.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bersiva pirsên Ajansa “Anadolu” da û got, li devera Xakûrkê gelek xal hatine kontrolkirin û êdî Qendîl ji bo wan aramancek dûr nîne.

Soylu got: “Me berî niha di nava xwe de gengeşe dikir. Em biçin Qendîlê an Efrînê. Me çêtir dît ku biçin Efrînê. Em berî niha diqîriyan û me digot emê Qendîlê bistînin. Lê niha em naqîrin. Ji ber ku em kengî bixwazin dikarin biçin li Qendîlê rûnin.”

Ev piştî wê yekê tê, duh Rêvebirê Navçeya Sîdekan ya ser bi qezaya Soran ve Îhsan Çelebî ragihand, artêşa Tirkiyê hatibû nava gundê Bermîze û piştî ku hevkarî ji aliyê gundiyan ve nedîtûn careke din vegeriyan binkeyên xwe.

Berî du rojan jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandibû, hêzên wan bi kûrahiya 27 K.M derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûne û niha amadekariyê ji bo êrîşa li ser binke û baregehên PKKê li çiyayê Qendîlê dikin.

 

S. B