Wezîrê bergiriya Amrîkayê hişyariyê ji kişandina hêzên welatê xwe ji Sûryê dide

Mattis: Pêwîst e pilana ragihandina aramiyê ya Netewên Yekgirtî encamên xwe bide û piştre em hizra kişandina hêzên xwe bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî civîna wî li gel wezîrên bergiriyê yên welatên endam di Hevpeymana Natoyê de, Wezîrê bergiriya Amerîka James Mattis li Bruksela paytexta Belcîka, hişyarî ji wê yekê da, ku welatê wî hêzên xwe ji Sûryê vekişîne û got: Heger Amerîka zû hêzên xwe ji Sûryê vekişîne, wê ew yek şaştiyeke stiratîjî be.

James Mattis ku li dijî pilana Donald Trump bû, ya derbarê kişandina hemû hêzên Amerîkî ji Sûryê got jî: Nabe Amerîka hêzên xwe bikişîne û bihêle ku valahiyeke emnî li Sûryê çêbibe.

Mattis got jî: Pêwîst e pilana ragihandina aramiyê ya Netewên Yekgirtî encamên xwe bide û piştre em hizra kişandina hêzên xwe bikin.

Hêzên Amerîkî bi piraniya xwe li Rojavayê Kurdistanê belav dibin bi taybet li Firîngeha Rimêlan, Bingeha serbazî ya Ameîrkî li Kobanê, Bingeha Mebrûka li rojavayê Qamişlo, Firîngeha Rûbariya li nêzîkî Dêrikê, Bingeha Til Beyder li Bakurê Hesekê, Bingeha Amerîkî li Girê Sipî, Herwiha Bingeheke Amerîkî mezin li navçeya Tenef ya sînorî jî heye ku li başûrê Sûryê dikeve.

N.O