Ewropa esmanê xwe ji Fly Erbil re vedike

Kompanyaya “Fly Erbil” îro yekem geşta xwe ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Stockholm paytexta Siwêdê dest pê kir, piştî ku duh ji Stockholmê gihîştibû Hewlêrê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanyaya “Fly Erbil” îro yekem geşta xwe ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Stockholm paytexta Siwêdê dest pê kir, piştî ku duh ji Stockholmê gihîştibû Hewlêrê.

Kompanyaya Fly Erbil ragihand, yekem firokeya wê duh ji Stockholmê hatibû Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nûştibû. Biryar e jî geştên xwe ji Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê ber bi Ewropayê ve birêk bixe.

Ji ber nebûna peyrewên selametiyê, ji sala 2015an ve desthilata Firokvaniya Ewropayê rê nade firokeyên esmanî yên Iraqê biçin ser esmanê welatên Ewropayê.   

Li gor daxuyaniya desthilata firokvaniya Ewopayê, firokeyên Iraqê dikarin derbasî Ewropayê bibin, tenê heger di bin çavdêriya aliyekî sêyemîn de be û ew bi riya moleta kar ji “Atlasjet Havacilik” a Tirkî re dibe.

Desteya Firokevaniyê ya Iraqê jî di daxuyaniyekê ragihand, qedexeya firînê bi ser esmanê Ewropayê de hîna berdewam e û sedeme wê jî xemsariya desthilatên Iraqê ye, ji ber ku çendîn car in desthilata firokvaniya Ewopayê (EASA) hişyarî daye hêla esmanî ya Iraqê û desthilatên firokvaniya Iraqê agahdar kiriye.

 

S. B