Bayik: Tirkiye nikare bejahî şerê PKKê bike

Bayik: Tirkiyê li yek-du girên li ser sînorê Çelê, girê Lêlîkanê yê li herêma Biradostê, bi vî rengî ala xwe çikandiye, lê ti hêza wê tine ye ku herêmekê kontrol bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê Cemîl Bayik ragihand, ku hêza Artêşa Tirkiyê tine ye bi awayekî bejahî şerê gerîleyan bike.

Cemîl Bayik ji rojnameyeke nêzîkî PKKê re axivî û derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Qendîlê got: Hêza dewletê û serbazên Tirkiyê nemaye ku bi bejahî şer bikin. Serokkomar, Serokwezîr û hêzên cuda yên dewleta Tirk çendî daxuyaniyan bidin jî,  îradeya Artêşa Tirk nemaye û ew nikare bi bejahî li dijî gerîla şer bike.

Bayik got jî: Tirkiyê bûye xwediya hin îmkanên teknîkî, bi riya wan îmkanan li ser piyan dimîne û bizavan dike şer bike. Firokeyên şer bombeyan dibarînin û hinek ji hêzên serbazî datînin wan cihên bombebaran dikin.

Navhatî diyar kir, ku Tirkiyê li yek-du girên li ser sînorê Çelê, girê Lêlîkanê yê li herêma Biradostê, bi vî rengî ala xwe çikandiye, lê ti hêza wê tine ye ku herêmekê kontrol bike.

N.O