Ji bo nivîsandina destûra Sûriyê, opozîsyon 4 Kurdan dixe lîsta xwe

Opozîsyona Sûriyê lîsteyekê bi navên endamên xwe ji bo Komîta Dariştina Destûra Sûriya Nû radestî Şanderê Navdewletî yê bo Sûriyê Staffan De Mistura dike, navê 4 kesên Kurd tê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Opozîsyona Sûriyê lîsteyekê bi navên endamên xwe ji bo Komîta Dariştina Destûra Sûriya Nû radestî Şanderê Navdewletî yê bo Sûriyê Staffan De Mistura dike, navê 4 kesên Kurd tê ye.

Desteya Danûstandkar a opozîsyona Sûriyê ku Riyazê dicive, duh lîsteyek ji 50 navî ji bo Komîta Destûrî radestî Staffan De Mistûra kir. Di lîsta opozîsyonê de navê Îlham Ehmed û Ebdilkerîm Omer ji TEV-DEMê, Îbrahîm Biro û Hewas Egîd ji ENKSê hebûn.

Îbrahîm Biro û Hewas Egîd nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nava Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de ne. Îlham Ehmed Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ye û Ebdilkerîm Omer Serokê Desteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser e.

Desteyê amaje bi wê yekê jî kir, ev lîste piştî civîna Desteya Danûstandkar bi berpirsên Enqere, Qahîre û Riyazê û hin paytextên din re hatiye amade kirin û ev lîsta tekane ya opozîsyona Sûriyê, loma çi lîsteyeke din bi navê opozîsyonê were pêşkêşkirin nayê qebûl kirin.

Desteya Danûstandkar a opozîsyona Sûriyê ji roja 24ê Hezîranê ve li Riyazê paytexta Siûdiyê dicive û nûnerên xwe ji bo Komîta Destûrî ya ji bo dariştina destûreke nû ji Sûriyê destnîşan kir.

Berî demekê jî rêjîma Sûriyê lîsteyek ji 50 navî ji bo heman komîtê radestî De Mistura kiribû.

 

S. B