Komgeheke din ya çekan li Hewlêrê teqiya

Sedema teqînê ji ber bilindbûna zêde ya pileya germê û xirab komkirina kereste û teqemeniyan bû

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî emnî li Parêzgeha Hewlêrê ragihand, ku di encama teqîna komgeheke çek û teqemeniyan li bajarokê Behrikê yê ser bi bajarê Hewlêrê ve, ziyaneke mezin li komgehê hat, lê ti ziyanên canî çênebûne".

Demjimêr 4:30 sibeha îro 30/6/2018an, komgeha Behrikê ya taybet bi çek û keresteyê serbazî teqiya.

Li gorî zanyariyên destpêkî, sedema teqînê ji ber bilindbûna zêde ya pileya germê û xirab komkirina kereste û teqemeniyan bû, lê heya niha aliyên pêwendîdar, sedema sereke ya teqînê eşkere nekirine.

Ev sêyem car e komgehên çek û teqemeniyan li Hewlêrê diteqin.

Tîrmeha sala derbasbûyî jî, komgehek kevn ya çek û keresteyên serbazî ya hêzên zêrevanî li kolana Newroz li bajarê Hewlêrê teqiya û di encamê de sê Pêşmerge birîndar bûn û di Tebaxa heman sale de jî komgeheke din li nêzîkî firîngeha navdewletî ya Hewlêrê teqiya.

N.O