Polîsa Îranê xwepêşanderekî Xuremşehrê dikuje

Di xwepêşandanên bajarê Xuremşehr ê li başûrê rojavayê Îranê de, polîsên Îranî teqe li xwepêşandaran dike û ji ber wê jî çend xwepêşander hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di xwepêşandanên bajarê Xuremşehr ê li başûrê rojavayê Îranê de, polîsên Îranî teqe li xwepêşandaran dike û ji ber wê jî çend xwepêşander hatin kuştin.

Ajansa “Fars News” a Îranî di nûçeyekê de kuştina xwepêşandarekî piştras kir. Di demekê de televizyona “Alarabia” dibêje, “Di xwepêşandanan de 4 kes ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.”

Ji aliyekî din ve, ajansa “IRNA” derbarê xwepêşandanên Xuremşehrê de belav kir, ji ber derketina tundûtûjiyê li hember dezgehên giştî ji aliyê xwepêşandaran ve, alozî di navbera polîs û xwepêşanderan de derket, lê red kir ku kesekî canê xwe jidest dabe.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdilreza Rehman Fazlî derbarê tundûtûjiya di navbera polîs û xwepêşandaran de got, kesek birîndar bû, lê ti kesî canê xwe jidest nedaye.

Ji ber pirsgirêka nebûn û gemarbûna ava vexwarinê ji duh ve li li bajarê Xuremşehrê xwepêşandan derketin, di encamê de girjî û alozî dirust bû.

 

S. B