TEV-DEM: Ti rêkeftin bi rêjîmê re nebûne

Li Rojavayê Kurdistanê nûçeya li hevhatinekê di navbera Rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de belav dibe. Serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî ji K24 re tekez kirin, ti rêkeftin yan jî civînên di vî warî de bi rêjîma Sûriyê re nehatine kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê nûçeya li hevhatinekê di navbera Rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de belav dibe. Serkirdeyên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM jî ji K24 re tekez kirin, ti rêkeftin yan jî civînên di vî warî de bi rêjîma Sûriyê re nehatine kirin.

Zêdeyî hefteyekê ve li herêmên Rojavayê Kurdistanê tê belavkirin ku rêkeftinek di navbera rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de hatiye kirin, lê ti aliyên fermî bersiveke rast û dirust diyar nekirin. Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di beyanameyekê de ragihand, ti bingeh ji van gotgotan re tune ye û heger rêjîm ji danûstandinan re cidî be, ew amade ne ku bi tevgera siyasî ya Kurdî re ligel rêjîmê rûnin.

Serkirdeyê di TEV-DEMê de Ebdulselam Ehmed li ser vê babaetê ji K24ê re wiha axivî: “Diyalogeke cidî çê nebûye, jixwe me berê gotiye ku em amade ne diyalogê bi tevahiya aliyên pirsgirêka Sûriyê re bikin, rêjîm di nav de. Ji ber ku em dibînin ku ev pirsgirêk divê bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin.”  

Ji aliyê xwe ve, hin aliyên siyasî yên Kurdî jî li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku ti rê li pêş dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên Sûriyê re ji bilî riyên aştyane û pê ve tune ne, lê bi mercên ku mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din di Sûriyeya paşerojê de parastî bin.

Serkirdeyê di Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (HNKS) de Salih Gedo dibêje: “Em amade ji danûstandinê re, lê li ser bingeha mikurhatina rêjîmê bi mafên Kurdan li gor yasa û belgeyên navdewletî. Hûn dizanin ku helesta tevgera Kurdî ya siyasî di vê meselê de çi ne û em dibêjin jî danûstandinek di vî warî de divê hemû aliyên siyasî yên Kurdî tê de beşdar bin ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd. Ev çarenivîsa miletê me ye.”

Foza Yûsif ku yek ji serkirdeyên Rêveberiya Xweser e li ser rûpela xwe ya “Facebook” belav kir ku ev piropogendeyên ji aliyê rêjîmê ve têne kirin, armanca wan reşkirina rastiyê ye ji raya Kurdî û giştî re. Herweha rêjîm dixwaze baweriyê dinav gel de lawaz bike û tevlîheviyekê çêbike û heger çi rêkeftin bêne kirin, dê ji welatiyan re aşkere bikin.