Careke din bingeha ezmanî ya serbazî (T4) li Sûryê hat bordûmankirin

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan tekez kir, ku di êrîşa mûşekî de li ser bingeha T4, hejmarek ji çekdarên Îranî û yên Hizbullaha Lubnanî hatin kuştin

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî serbazî ji nav Artêşa Sûryê ragihand, ku hêzên wan yên berevaniya ezmanî, rê li ber êrîşeke firokeyên Israîlî li dijî bingeha T4 a serbazî girtin.

Wî jêderî diyar kir, ku berevaniya wan ya ezmanî çend mûşekên Israîlî anî xwarê û li firokeyeke cengî jî da, bi wê yekê firokeyên mayî êrîşa bidawî anîn û ezmanê Sûryê derketin.

Li ser wê êrîşê, Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan tekez kir, ku di wê êrîşa mûşekî de, li ser bingeha T4 ya serbazî li gundewarê Himsê, hejmarek ji çekdarên Îranî û yên Hizbullaha Lubnanî hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Israîlî red kir ku bersiva daxuyaniyên wî jêderê Artêşa Sûryê bide, ku Israîl bi encamdana wê êrîşê tometbar kiribû.

Peyvdarê Artêşa Israîlê ragihand, ku ew bersiva wan raporan nadin, ku di medya biyanî de belav dibin.

Di roja 9ê Nîsana îsal de jî, firokeyên cengî yên Israîlî, ji corê F15 êrîşî bingeha T4 kirin û di encama wê êrîşê de, 7 şêwirmendên serbazî Îranî hatin kuştin.

Li ser wê êrîşê, wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku du firokeyên Israîlî ji corê F15, ji ser ezmanê Lubnanê, 8 mûşekên ku ji dûr ve tên arastekirin, berdan bingeha T4 a serbazî, lê hêzên berevaniya Sûrî rê li ber 5 mûşekan girtin û tenê 3 mûşekan li armancên xwe dan.

N.O