Rûhanî: Amerika bi tenê ma ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî diyarkir ku, di siyaseta xwe hemberî Îranê de, Amerika bi tenê ma ye û kes guhdariya Amerika nake.
Rûhanî di civîna xwe ligel birêvebirên dadweriyê de, herweha liser dorpêçên Amerika hemberî Iranê axifî. Ligor Rûhanî hevpeymanên Amerika bi xwe, di babeta dorpêçên dijî Îranê de ligelAmerika tevnagerin û Amerika bi tenê ye.
Rûhanî got ku, Rûsya, Çîn û welatên Ewrûpayê ji Îranê re diyar kirin e ku, ew piştevaniya dorpêçên Amerika nakin.
C.B