Gelo Mosko û Washingtonê di mijara Sûriyê de li hev hatin?

Li Rojhilata Navîn ji destpêka sala 2011an ve yek ji kêşeya herî sereke Qeyrana Sûriyê ye. Tê diyarkirin k udu hêzên herî mezîn Amerîka û Rusya yên ku li ser Sûriyê xwedî nêrîn û planên cuda ne li hev kirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Rojhilata Navîn ji destpêka sala 2011an ve yek ji kêşeya herî sereke Qeyrana Sûriyê ye. Tê diyarkirin k udu hêzên herî mezîn Amerîka û Rusya yên ku li ser Sûriyê xwedî nêrîn û planên cuda ne li hev kirine. Ligorî pisporên Tirkiyê Trump roja ku hatiye ser postê xwe dixwaze ji Sûriyê derkeve û dibe ku ev daxwaza Trump pê vere. Ligel vê yekê Pisporên Tirkiyê dibêjin Armanca Amerîkayê ya sereke dorpêçkirina Îranê ye û loma bi Rûsyayê re li ser Sûriyê li hev kiriye.

Di mijara Qeyrana Sûriyê de ku yek ji kêşeya herî mezin ya 7 salên dawî ye tê destnîşankirin ku di vê mijarê de du hêzên global Amerîka û Rûsya li hev kirine.

Tê Diyarkirin ku Piştî hevdîtinên dûvdûrêj yên veşartî di navbera her du welatan de hatine kirin, Serokê Amerîkayê Trump û Serokdewletê Rûsyayê Putîn di hevdîtina Helsînkiyê de mijara Sûriyê bi berfirehî nirxandine û her du serokan di vê mijarê de li hev kirine.

Pisporên Tirkiyê balê dikşînin ser peyamên Trump ku roja hatiye ser postê xwe heta niha her daxwaza vekêşîna ji Sûriyê kiriye û dibêjin di çarçoveya karîgerkirina vê planê de ev daxwaza Trump dê cibicî bibe.

Pisporê Rojhilata Navîn yê Navenda Lêkolînên Stratejîk Mithat İşik di vê derbarê de ji K24ê re wiha axivî: “Ev heyameke dirêj e Amerîka di mijara mayîna Esad de qenah bûye. Lê belê li Sûriyê tene Amerîka û Rûsya nîne, Tirkiye û Îran jî heye. Loma pêdiwî bi planeke ku hemû layen ser de li hev bikin heye. Ji bo Amerîkayê mijara sereke rewşa YPGê ye ku ev heyameke dirêje piştevaniya wê dike. Lê belê di vê mijarê de di navbera aktoran de nêrîneke hevbeş tune ye. Pentagon ji bo YPGê Planeke weke Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê pêşbînî dike, Wezareta karên derve û Qesra Spî di çarçovaeya hesasiyetên Tirkiyê de hewl dide ku YPGê entegreyî sîstemê bike.  Biya min dema ku YPG çekan berde û di çarçoveya yêkparçebûna xaka Sûriyê de daxilê sîstemê bibe Tirkiye jî nerazîbûnekê nîşan nade.”

Pisporên Tirkiyê yên geşadanan ji nêz ve dişopînin baldikişînin ser vê mijarê ku êdî ji bo amerîka mijara sereke Îran e. Li gorî pisporan Washîngton li Suriyeyê bi qebûlkirina daxwazên Rusyayê, dixwaze di mijara Îranê de piştgiriyê wergire.

Pisporê pêwendiyên Navdewletî Mensur Akgûn dibêje: “Rêveberiya Amerîkayê ya nû ev heyamek dirêje dibêje ji bo wan mijara sereke Îran e. Trump demek berê ragihand ku ev ji rêkeftina Nûklerî vekêşiya ye. Niha amerîka ji bo ku Îranê dorpêç bike hewl dide çend welatên din jî bikêşe aliyê xwe ve. Di vê mijarê de li ser Tirkiyê jî di nava hewlan de ye. Bê gûman di vê mijarê de helwesta Rûsyayê girînge.  Xuya ye ku Rusya û amerîka Sûriyê li ser çend mijaran li hev kirin e.  Lê di mijara Îranê de hêj ti rêkeftinek xuya nake. Loma her du welat jî di mijara Surîye û Îranê de hewla avakirina planeke hevbeş didin. Vê yekê herî zêde jî Amerîka dixwaze.”

Di adara sala 2011an de bi destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê heta niha Amerîka weke hêza herî mezin bû piştevanê opozisyona Sûriyê,  Rusya jî piştevanê herî mezin yê rêjîma esad e. Di navbera salên 2014-2015an de bi gurbûna gefa DAÎŞê, di şûna ku Esad ji ser postê wî bê xistin armanca Amerîkayê bû tunekirina DAÎŞê.