Sîhanok Dîbo: MSDê destûrek bo Sûriye bi giştî amade kiriye

Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), proseya Xweseriya Demokratîk şêwazeke girîng e bo tevahiya Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), proseya Xweseriya Demokratîk şêwazeke girîng e bo tevahiya Sûriyê.  

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê Sîhanok Dîbo li ser diyarkirina navên nûnerên Komîta Destûrê ya Sûriyê ji K24ê re ragihand, ew dibînin ku Komîta Destûrê ya li Astanayê tê amadekirin, nikare li gor guhartina demokratîk a li Sûriyê be û nikare pirsgirêka Sûriyê çareser bike.

Dîbo tekez kir jî, çi civînek çê bibe, heger cihê PYD, MSD, TEV-DEMê û hêzên siyasî û leşkerî yên Rêveberiya Xwser tê de tune be, dê tu çareserî tê de nebe.

Amaje bi wê yekê jî kir, ew navên ji bo Komîta Destûrê hatine destnîşankirin, li gor pîvanên Tirkiyê çê bûne. Wan gelek hewldan kir ku beşdar bibin, lê hewla wan li ser destê Tirkiyê têk çû.

Sîhanok Dîbo got jî: “Li ser ekrana Kurdistan24ê radigihînin ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) projeyeke destûrê ji bo Sûriyê bi giştî amade kiriye. MSD dê wê di demeke nêzîk wê aşkere bike.”

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê tekezî li ser wê kir, proseya Xweseriya Demokratîk şêwazeke girîng e ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî, belkû bo tevahiya Sûriyê, da ku li cihê sîstema navnedî ya li Sûriyê heye bigire.

  

 

S. B