Salih Mislim: Rêjîma Sûriyê sîstema “Nenavendî” qebûl dike

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê aşkere kir, şanda MSDê li Şamê bi berpirsên rêjima Sûriyê yên di rêza herî bilind de ne re hevdîtin pêk anîn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê Salih Mislim aşkere kir, şanda MSDê li Şamê bi berpirsên rêjima Sûriyê yên di rêza herî bilind de ne re hevdîtin pêk anîn.

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim beşdarî bernameya “Basî Roj” a Kurdistan24ê bû û derbarê çûna şanda Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bo Şamê û hevdîtinên ligel berpirsên hikûmeta Sûriyê de axivî û got, bo cara yekem e şandeke bakurê bi fermî bo Şamê tê vexwandin, ev yek jî bi erênî tê nirxandin.

Mislim got, me ti caran ji bo danûstandinan nedabû aliyekî, lê rêjîma Sûriyê bo danûstandinan ne cidî bû. Me tim dixwast krîza Sûriyê bi rê û rêbazên leşkerî çareser bike, lê niha hin guhartin di rewşa Sûriyê de çê bûye û ev çûna şanda MSDê gava yekemîn e.

Aşkere kir jî, şanda MSDê li Şamê bi berpirsên rêjima Sûriyê yên di rêza herî bilind de ne re hevdîtin pêk anîn.

Herwiha amaje bi wê yekê kir jî, berî destpêkirina danûstandinan wan aliyên navdewletî agahdar kirin ku divê aliyekî sêyemîn wek gerentîker di van danûstandinan de amade bibe.

Li ser encamên hevdîtina MSD û rêjîmê Mislim got, MSDê bixwe diyar kir ku dê hin komîte werin avakirin, lê çawaniya avakirina wan hîn ne diyar e, reng e destpêkê komîtên di warê xizmetguzariyê de bin û piştre di warên ewlehî û aboriyê de bin û ew komîte bi navendekê ve bêne girêdan, pêwîstiya avakirina wan komîteyan bi civînên din hene, ku karibin her du alî li ser nexşerêyekê lihev bikin.

Endamê Komîta Dîplomasî ya TEV-DEMê got jî, wek tiştê hatiye xuyakirin ku rêjîmê sîstema nenavendiyê bo Sûriyê qebûl dike. Nenavendî jî gelekî fereh e û awayên wê gelek in, dema rêjîm niha wê sîstemê qebûl dike, ew pirs dê derbasî nexşerê û civînan jî bibe.

Mislim red kir ku danûstandinê ku niha bi rêjîma Sûriyê re tên kirin, ji encama bêbaweriya hêzên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bi Amerîka re hatibe kirin û got: “Ev danûstandin ji îradeya me hat û me pêwîst dît ku ev yek ji bo me baş e û ji bo Sûriyeya Pêşerojê jî bas e.”

Mislim li ser tevlîbûna hêzên wan di operasyona kontrolkirina Idlibê de got, Idlib û Efrîn bi hev ve girêdayî ne, ev grûpên ku niha li Idlibê ne, berê hemûyan li ser erdê me jî li dijî me şer kirine. Niha jî ew hêz hemû li Efrînê ne û Efrîn dagîr kirine, lê divê planek ji bo wê operasyonê hebe û em bi biryar ti kesî şer nakin.  

 

 

S. B