Gundî derbarê Şewata daristanên Dêrsimê hişyariyê didin

Şewata daristanên Dêrsimê firehtir dibe. Gundî dibêjin heger ku agir neyê vemirandin, dê bigihê gundan jî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şewata daristanên Dêrsimê firehtir dibe. Gundî dibêjin heger ku agir neyê vemirandin, dê bigihê gundan jî.

Şewata nêzîkî navenda Dêrsimê devera Sînê destpê kiribû, ji heftiyekê zêdetir e berdewam dike. Gundî dibêjin, şewat jiber bomberan û topbarana Artêşa Tirkiyê derketiye û niha gihîştiye tenişt gundan.

Gundî dibêjin, hewlên vemirandina şewatê ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve tên astengkirin û şewat gihîştiye gundê Rengê ku tê de 5 xanî hene.

Gundî dibêjin ew bi xwe nikarin şewatê vemirînin û hêzên dewletê jî bo vemirandinê tiştekî nakin.

Li gorî daneyên Gerînendehiya Giştî ya Daristanan a Tirkiyê, di sala 2018an de li daristanên navçeyên bajarên wekî Şirnex, Mêrdîn, Diyarbekir, Colemêrg, Dîlok, Mereş û herî dawî jî Dêrsimê şewat derketine.

 

S. B