Netanyahu gefê li Îran û Sûrya dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu gefa encamdana êrîşekê li dijî bingehên Îranî û yên Rêjîma Sûryê dike.
Rojnameya Yediot Ahronot a Israîlî ragihand, ku Benjamin Netanyahu di merasîmeke taybet de, ji bo guherandina navê bingeha etomî ya Deymona bi navê serokwezîrê berê yê Israîl (Shimon Peres) gotarek pêşkêş kir û têde balkişand ser rêketina alîkariya serbazî, ya ku di navbera rêjîma Esed û Îranê de hatiye îmzekirin.
Netanyahu tekez kir, ku ne rêketina di nav Îran û Sûrya de û ne gefên wan welatan, nikarin bizavên Israîl li dijî Îran û Sûrya rawestînin.
Navhatî got jî: Artêşa Israîlî wê bi awayekî bihêz rê li ber bizavên Îran bigire û nahêle ku çekdar û çekên pêşketî li Sûrya belav bike.
N.O