Hêzên Rûsî di nav Derya Sipî de dest manorekê dikin

26 Keştî û 34 firokeyên cengî beşdarî manorê dibin, armanca wê ew e, rê li ber êrîşên mûşekî bigire, ku eger heye Amerîka li dijî Sûryê encam bide.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hêzên Deryayî yên Rûsî, di nava Derya Sipî de dest bi manora (Dîwar) dikin.

Çavdêrên siyasî û serbazî didin xuyakirin, ku Rûsya bi mebest ev nav li wê manorê kiriye, weke peyamekê ji Amerîka re, ku Hêzên Rûsî weke dîwarekî di navbera wê û Sûryê de ne.

26 Keştî û 34 firokeyên cengî beşdarî manorê dibin, armanca wê ew e, rê li ber êrîşên mûşekî bigire, ku eger heye bi riya firoke û xewasên hevpeymanan bi serkêşiya Amerîka, li dijî hêzên rêjîma Sûryê bên encamdan.

Bi taybet jî, Rûsya dixwaze rê li ber Amerîka bigire, daku nehêle navçeyeka aram û dijî firînê li bakurê  Sûryê ava bike, ku niha ew navçana di bin destê Hêzên Sûrya Demokrat de ne.

Ev manora Rûsî di demekê de ye, ku berî çend rojan keştiya cengî ya Amrîkî bi navê  Mari Roos derbasî Derya Sipî bû û li ber kenarên Sûryê bicî bû.

Raporên Rûsî tekez dikin ku keştiya Roos yek ji 4 keştiyên berevaniya Mûşekî yên Amerîkî ye, bêtirî 50 Mûşekên Tumahok li ser pişta wê ne û dikare 500 serbazên Amerîkî jî veguhêze.

Wekî ku diyar e, vê carê Rûsya ji dil hişyariyê dide Amerîka, ji ber ku berî niha jî manorên serbazî di nava Derya Qezwînê de encam dabû, li ser vê yekê jî çavdêr dibêjin: Rûsya dixwaze ji Amerîka û hevpeymanên wê re bêje, ew êrîşên li dijî bingeha serbazî ya Şuêrat û êrîşên din ên li dijî Sûryê hatine kirin, nabe dubare bibin.

N.O