Amerîka nahêle Israîl li Iraqê êrîşî hêzên Îranî bike

Amerîka dixwaze Iraq ji nakokiyên di navbera Israîl û Îranê de dûr bixe, bi taybet ku di dema dawî de, firokeyên cengî yên Israîlî, çendîn caran bingehên Îranî li nav Sûryê bordûman kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rêveberiya Amerîkî daxwaz ji Hikûmeta Israîlî kir, ku ti armancên Îranî li Iraqê bordûman neke.

Kenala Ixbariye ya Israîlî ji ser zimanê hin jêderên Amerîkî ragihand, ku di çend hefteyên derbasbûyî de, berpirsên rêveberiya Amerîkî daxwaz ji Hikûmeta Israîlî kirin, ku ti armanceke Îranî li nav Iraqê bordûman neke.

Heman jêderan diyar kirin, ku armanc ji wê daxwaza Amerîka ew bû, ku Iraq ji nakokiyên di navbera Israîl û Îranê de dûr bixe, bi taybet ku di dema dawî de, firokeyên cengî yên Israîlî, çendîn caran bingehên Îranî li nav Sûryê bordûman kirin.

N.O