Lavrov: Me dest bi radestkirina S 300 bo Sûriyê kiriye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tekez kir, welatê wî dest bi radestkirina sîstema berevaniya esmanî S 300 bo Sûriyê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov tekez kir, welatê wî dest bi radestkirina sîstema berevaniya esmanî S 300 bo Sûriyê kiriye.

Sergey Lavrov duhî di perawîza civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de di konferanseke rojnamevanî de ragihand, welatê wî dest bi radestkirina sîstema berevaniya esmanî S 300 bo Sûriyê kiriye.

Amaje bi wê jî kir, ev prose piştî bûyera ketina firokeya Rûsî Il 20 li Sûriyê hat.

Derbarê çarenivîsa çekdarên Nusrayê li Idlibê de got, gelek pêşniyaz ji bo veguhastin çekdarên Eniya el-Nusra ji bo deverên din ên hebûn wek nimûne bo Efganistanê, lê ev yek neyê qebûlkirin. Divê bêne jinavbirin yan dadgehkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê jî kir, Tirkiyê pabendî bi cudakirina çekdarên opozîsyonê yên ku amade ne beşdarî proseya siyasî bibin ji teroristan (Eniya el-Nusra) dibe. Hêvî xwast ku Tirkiye di vî erkê xwe de serkeftî be, tevî dijwarbûna wê.

 

S. B