Penaberekî Sûrî li Yûnanê hat kuştin

Ji encama pevçûnekê di navbera penaberên Sûrî û yên Efganî de li Yûnanê, penaberekî Sûrî hat kuştin û 8 kesên din birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Ji encama pevçûnekê di navbera penaberên Sûrî û yên Efganî de li Yûnanê, penaberekî Sûrî hat kuştin.

Ajansa Sputnik a Rûsî ragihand, ku pevçûn di navbera penaberên Sûrî û yên Efganî de, li kampeke bajarê Malakasa çêbû, ku ew jî 50 kîlometran ji Esîna dûr e. Di wê pevçûnê de, penaberkî Sûrî hat kuştin û 8 kesên din birîndar bûn.

Li gorî heman ajansê, bi sedema pirsgirêkekê di navbera herdu aliyan de, ew pevçûn qewimî ye û berî niha jî ew pirsgirêk fireh bibû û hejmarek ji Sûrî û Efganiyan destwerdan têde kiribûn.

Piştî ku sînorên Ewropayê hatin girtin, bêtirî 70 hezar kes, di nav kampa Malakasa de dijîn.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Sûryê Welîd Muelim ji Netewên Yekgirtî re ragihand, ku welatê wî amede ye pêşwaziya penaberan bike, heger ew bixwazin li navçeyên xwe vegerin.

N.O