PDK li dijî sextekariyên li Silêmaniyê çêbûne karvedan nîşan da
K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyvdarê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Silêmaniyê û Helebçe Eta Şêx Hesen ragihand, ku bizavên ciddî ji bo encamdana sextekariyê hene û rewşek hatiye çêkirin, daku rêz li îradeya xelkê neyê girtin.
Eta Şêx Hesen di kongirekî rojnamevanî de, li bajarê Silêmaniyê ragihand ku, tevliheviyeke siyasî hatiye peydakirin û îro bi hêzên mezin yên emnî binpêkirin hatine encamdan.
Şêx Hesen tekez kir, ku PDK wê helwesteke ciddî bide xuyakirin û pêwîst e hemû alî rêzê li biryar û rênimayên Komisyonê bigirin.
N.O