“PDKê 40 kursî derbas kir”

Serokê Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li tûra peyamek belav kir û “Serkeftina mezin” a PDKê di hilbijartinan de ragihand û got: “PDKê berbestê 40 kursiyê derbas kir.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî li tûra peyamek belav kir û “Serkeftina mezin” a PDKê di hilbijartinan de ragihand û got: “PDKê berbestê 40 kursî derbas kir.”

Hêmin Hewramî dibêje: “Serkeftina mezin a PDKê û proseya hilbijartinên bi germî li Serok Mesûd Barzanî, kadro, endam, alîgir, cemawerê serbilind ê PDKê, Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan pîroz dikim. Serkeftina Lîsta 183 bi dengekî mezin û bi şanazî û li gor encamên ne fermî, PDKê berbestê 40 kursiyê di nava parlemantoyê de derbas kiriye, bi piştevaniya xwedê encameke baş bidest hatiye.”

Duhî proseya dengdana giştî bo hilbijartina xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê birêve çû. li gor encamên ne fermî jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piraniya dengan bidest aniye.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ragihand, rêjeya beşdariyê di proseya dengdanê de % 57.23 bû. Da zanîn jî, du heyama 72 demjimêrên piştî hilbijartinê dê encamên fermî rabigihîne.

 

S. B