Netanyahu: Girêdana êrîşa Ehwazê bi Israîl ve karekî bêwate ye

Netanyahu: Silogana (Mirin ji Israîlê) re, ku Îranê li ser mûşekên xwe nivîsî bû û bi wan mûşekan êrîşî bingehên DAIŞê li Sûrya kiribû, didin xuyakirin ku niyetên xirab ên Îranî li dijî Israîl hene.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, derbarê êrîşa berî niha ku li Ehwazê li dijî Supaya Pasdaran hatibû kirin, rexne li daxuyaniyên Îranê kir û li ser Twitter a xwe nivîsiye: Bizavên Îranê derbarê girêdana êrîşa Ehwazê bi Israîl ve, karekî sivik û bêwate ye.

Herwiha Netanyahu nivîsiye: Silogana (Mirin ji Israîlê) re, ku Îranê li ser mûşekên xwe nivîsî bû û bi wan mûşekan êrîşî bingehên DAIŞê li Sûrya kiribû, didin xuyakirin ku niyetên xirab ên Îranî li dijî Israîl hene.

Rexneyên Serokwezîrê Israîlê piştî wê yekê hatin, ku Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de ragihand, ku wan weke bersivekê li ser êrîşa Ehwazê, bi mûşekên balistî komeke terorîstan li rojhilatê Çemê Firatê armanc kiriye û di encamê de hejmarek ji çekdar û serkirdeyên wê komê hatin kuştin.

Herwiha Îranê li ser wan mûşekan nivîsîbû: Mirin ji Amerîka û malbata Al Siûd re.

N.O