Esed dema bidawîbûna şer aşkere dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Sûriyê Beşar Esed behsa bidawîhatina şer li welatê xwe û guhartina binemayên lîstikên siyasî bi tevahî dike.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê ligel rojnameya “alshahedkw” a Kiwêtî de got, piraniya bajaran ji destê tawanbaran hatine girtin û di demeke nêzîk de dewleta Sûriyê dê desthilata xwe li seranserî xaka Sûriyê bisepîne.
Herwiha got, Şandên welatên Erebî yek li dû yekê tên Şamê û hejmarek ji welatên Erebî plan danîne û amadekariyan dikin, ji bo balyozxane û nûnertiyên xwe li Şamê vekin.
Beşar Esed tekez kir, di demeke nêzîk de perde biser vî şerê navxweyî tê berdan û Sûriyê dê vegere bereya Erebî û piştevaniya dozên Ereban bike.
Serokê Sûriyê amaje bi wê yekê jî kir, ku hemû koçber dê vegerin gund û bajarê xwe.
Esed got, di qonaxa bê de ew dest bi dubara avakirina kargehên kar û pîşeyên Sûrî bike û piştevaniya hemû kompaniyên navxweyî û derve bike. Herwiha dê girîngiyê bidin çandiniyê.
Ev daxuyaniyên Beşar Esed di demekê de ne, ji Buhara 2011an ve krîz û şerê li Sûriyê dest pê kiriye, ku zêdetir ji 300 hezar Sûrî hatine kuştin û 11 milyon Sûrî koçber bûne û hêzên Amerîkî, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Tirkî, Îranî û mîlîşyayên ser bi wê li Sûriyê ne.
Heriha ji meha Mijdara 2012an ve û ta niha endametiya Sûriyê di Komkara Erebî de hatiye rawestandin û welatên Erebî dorpêça abûrî û siyasî bi ser wî welatî de sepandine.
S. B