Serok Barzanî pêşwaziya Hadî Amirî kir

Îro li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî digel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî û Hadî Amirî rewşa Iraqê gengeşe kirin.

Îro li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî digel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û dawî pêşhateyên nav proseya siyasî de hatin gengeşekirin. Ronakî xistin ser bûyerên roja 2ê oktoberê ya dinav Parlemana Iraqê de û girêdayî wê pirsê, Serokê Hevpeymaniya Fetih dilgiraniya xwe ji wê yekê nîşanda ku, aliyên Kurdistanî nekarîn yek namzet ê hevbeş ji bo postê Serokomar diyar bikin.

Herweha Hadî Amirî, amaje bi rola bi bandor ya Partî û aliyên Kurdistanî di proseya siyasî de kir, û hêvî xwest ku, di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de aliyên Kurdistanî rolek bibandor bibînin.

 

 

 

C.B