Mesrûr Barzanî digel Serokê Hevpeymaniya Fetih civiya

Îro Şêwirmendê Civata Asayiş a herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesrûr Barzanî digel Serokê Hevpeymaniya Fetih civiya.

Îro Şêwirmendê Civata Asayiş a herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya. Di civînê de, dawî pêşhateyên proseya siyasî ya Iraqê, hewl û gavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gengeşekirin. Her dû aliyan tekezî liser pêwîstî û pabendibûn, bi binemayên destûr û rêzgirtin li mafên pêkhateyan kirin.

Ji aliyê xwe ve Hadî Amirî pîrozbahiya serketina hilbijartinên herêma Kurdistanê ji bo Parlemana Kurdistanê li Partiya Demokrat a Kurdistanê kir û hêvî xwest, gavek bibandor be, ji bo ber bi pêşvebirina rewşê ve.

Di derbarê hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraq a federal, Mesrûr Barzanî amaje bi pêwîstî, bi binemayên hevbeşî, hevsengî û sazan kir û daxwaz kir, Hadî Amirî, ji bo çespandina wan binemayan, rolek bibandor bibîn e.

Şêwirmendê Civata Asayiş a herêma Kurdistanê di derbarê rol û karînên, Raspartiyê ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand, Ebdulmehdî bi kesekî guncayî dizanin, ji bo birêvebirina postê Serokwezîrê Iraq a federal, û hêvîdar in, hemû hewl û karîna xwe ji bo çareserkirina bilez û guncayî ya pirsgirêk û pirsên mayî yên di navbeyna Bexda û Hewlêrê di çarçoveya Destûrê de bike. Herweha kar ji bo dabînkirina xizmetguzariyên sereke û rojane ji bo welatiyên Iraqê bike.

 

 

 

C.B