Rûsya bi hêvî ye Kurd û Şam bigihin rêkeftînê

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Vêrşînîn ragihand, Hikumeta Suriyê û Kurd di pêwendiyê de ne, û Moskow bi hêviye ku, her du alî bigihin lihevhatinekê

K24 – Navenda Nûçeyan

Rusya radighîne,  Kurd û hikumeta Suriyê di pêwendiyê de ne û ew bi hêvî ne ku, her du alî bigihin encamek baş.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Vêrşînîn ragihand, Hikumeta Suriyê û Kurd di pêwendiyê de ne,  û Moskow bi hêviye ku, her du alî bigihin lihevhatinekê.

Herweha got jî, deverên ku Kurd li suriyê lê dijin, beşek ji Suriyê ne û pêwist e Kurdên Suriyê bi azadî bijîn.

Di 26ê meha Tîrmehê de, şandek Rêveberiya Xweser bi fermî serdana Şamê kiribû û digel berpirsên hikumeta Suriyê civiyabû.

 

 

C.B