Tirkiye: Kemyonek reş ji kunsulxaneya Siûdiyê derket dema Xaşuqçî nebedî bû

Rojnameyê Guardian a Birîtanî: Zanyariyên nihênî li cem lêkolînerên Tirkiyê li ser Xaşuqî hene, lê wan tevahiya zanyariyan eşkere nekirine.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya Guardian a Birîtanî ragihand, piştî ku rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşuqçî derbasî avahiya kunsulxaneya welatê xwe bû li bajarê Stenbolê, kemyonek reş ji kunsulxaneyê derket û niha hêzên ewlehiya Tirkiyê li wê kemyonê digerin.

Rojnameyê ji ser zimanê berpirsên Tirkiyê veguhestiye, ku piştî du demjimêran ji nebedîbûna Xaşuqçî di nav kunsulxaneya Siûdiyê de li bajarê Stenbolê, ew kemyona reş ji avahiya kunsulxaneyê derket û sindoqên reş di hindirê wê de hebûn.

Herwiha rojnameyê diyar kir, ku lêkolînerên Tirkiyê, zanyariyên nihênî li ser Xaşuqî zanin, lê tevahiya wan zanyariyan eşkere nekirine.  

Li aliyekî din şêwirmendê Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthiltdar li Tirkiyê Yasîn Ektay ragihand, ku roja 2ê Cotmehê li bajarê Stenbolê, Cemal Xaşuqçî bê mobayl derbasî konsulxaneya welatê xwe bû.

Yasîn Ektay ji kenala RT a Rûsî re diyar kir, ku Xaşuqçî hemû mobaylên xwe li cem destgirtiya xwe Xedîca Cengîz danî û derbasî kunsulxaneyê bû û got: Dema derbas bû, tenê demjimêra wî ya zîrek di destê wî de bû, lê piştî ku dereng ket û nema ji kunsulxaneyê derket, destgirtiya wî hêzên ewlehiya Tirkiyê agahdar kir.

N.O