Gefên Tirkiyê yên li ser Minbic û rojhilatê Firatê berdewam dikin

Gefên hikûmeta Tirkiyê yên li ser Minbic û rojhilatê Firatê berdewam dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Gefên hikûmeta Tirkiyeyê ya li ser Menbiç û rojhilatê Firatê berdewam dikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep tayyib Erdogandi kombûna heftane ya partiya xwe de axifî û careke din gef li YPGyê xwar.

Li gor Erdoganî ji bo vekişîna YPGyê ya ji Menbicê 90 rojên ko hatibûn diyar kirin bidawî hatiye û divê YPG ji Minbicê vekişe. Ger dijî hebûna YPGyê ya li Minbic û  rojhilatê Firatê gav neyên avêtin, ew dê di asteke bilind de gavên pêwîst bavêjin û bi serê xwe tevbigerin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got:

“Niha li Menbicê leşkerên me û yên Amerîkayê perwedehiya leşkerî ya hevpar dikin. Ji bo vekişîna YPGyê ya ji Minbicê 90 roj hatibûn diyar kirin. Lê ev xal nehate cihbecihkirin û YPG venekişiya. Ger nexşereya Minbicê neyê cihbecihkirin, em ê bi serê xwe tevbigerin. Herwiha li rojhilatê Firatê jî ger dijî YPGyê gav neyên avêtin, em ê di asteke bilind de çi pêwîst be bikin. ”

Li hemberî gefên Erdoganî Hevserokê berê yê TEV-DEMê Aldar Xelîl jî dibêje armanca Tirkiyeyê dagirkirina rojhilatê Firatê ye. Tirkiyeyê dikare li dijî YPGyê êrîşên dervayî aqlê bike lê sernakeve.

Di derbarê gefên Tirkiyê de daxûyaniyek ji hikûmeta Suriyeyê jî hat.

Wezîrê Derve yê Suriyê Welîd El Muallîm dide zanîn ko Tirkiye welatek dagirker e û ew digel wan dijî rojhilatê Firatê operasyoneke hevbeş nakin.

Erdogan hefteya borî jî gotibû ger YPG ji Minbicê venekişe ew dê operasyoneke leşkerî bikin. Divê YPG ne tenê li Menbicê, li seranserî rojhilatê Firatê nemîn e.

 

 

C.B