Salih Mislim: Kurdistan24 kenaleke bêalî û niştimanî ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîta Pêwendiyên Dîplomasî ya TEV-DEMê û hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim Kurdistan24 bi ziman û çavê gelê Kurd binav dike û dibêje: “Pêwîstiya gelê Kurdistanê bi ragihandinê heye, ji bo xwe binase û xwe bi derve jî bide nasîn. Kurdistan24 cihê xwe di warî de girtiye.”
Salih Mislim bi boneya derbasbûna 3 salan li ser destpêkirina weşana kenalê ji Kurdistan24ê re got: “Kurdistan24 kenalek e nûnertiya gelê Kurd dike û bêalî û niştimanî ye. Hêviya me jî ew e.”
Herwiha dibêje: “Hêvîdar im bi zimanên din wek Îngilîzî û Fransî jî hebe, ji bo dengê gelê Kurd bigihe derve û gelên din li Ewropayê, bibe zimanê gelê Kurd bo gelên din, ji ber ku pêwîstiya me bi wê heye, ji bo hem xwe binasin û hem jî xwe derve jî bidin nasîn.”
Kurdistan24ê berî sê salan ji niha, di rojekê wek îro de, dest bi weşana xwe kir û di demeke kin de, karî bibe yek ji sereketirîn kenalên ezmanî yên Kurdistanê û bûye jêdera zanyariyan ji medya navxwe û ya cîhanî re.
S. B