M. Emin Aktar: Tirkiye divê Demirtaş serbest berde

Parêzerên Selahedîn Demîrtaş bang li hikûmeta Tirkiyê kirin ku, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bicîh bike...

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Selahedîn Demîrtaş bang li hikûmeta Tirkiyê kirin ku, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa bicîh bike, eger nebe, ew dê serî li Konseya Ewropa bidin.

Parêzerên Selahedîn Demîrtaş ji bo raya giştî daxûyaniyek belav kirin û dan zanîn, bicîhnekerina biryara Dadgeha Mafên Mirovan sûce û demildest daxwaza berdana Demîrtaş kirin.

Dan xuyakirin, guhnedana biryarê dê bibe sedema krîzên nû yên siyasî, aborî û hiqûqî û bang li dadgehên Tirkiyê kirin ku, demildest biryara Dadgeha Ewropayê were bicîhkirin.

Herweha Parêzerê Selahadîn Demirtaş, Mehmed Emîn Aktar ji Kurdistan24 re da diyarkirin ku, Tirkiye dive biryara DMME bicîh bike, ger na, ev dikare encamên gelek neyênî di pêwendiyên Tirkiye, Konseya Ewrûpa û Yekîtiya Ewrûpa de peyda bike.

 

 

C.B