Tirkiye hewl dide sizayên Demîrtaş bi pêş ve bide
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzerekî Demîtaş dibêje, Hikûmeta Tirkiyê dixwaze sizayên Demîrtaş gavek zûtir bike û bi vê awayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan vala derxe.
Firat Epozdemîr, Parêzerê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin,lêkolîna li ser biryara zîndanîkirina Demîrtaş di Dadgeha Herêmî de hatiye pêşxistin û tê xwestin, sizaya 4 sal û 8 meh ya zîndanîkirinê bê pejirandin.
Da zanîn, heger ku 4 meh zêdetir siza hatiba dayîn, yanî siza 5 sal bûya, dê dosyeya Demîrtaş bo Dadgeha Bilind hatiba şandin û pêvajoya pejirandinê dereng ketiba.
Epozdemîr got, ew di wê baweriyê de ne ku Dageha Sizaya Giran a Enqerê bizanebûn ewqas siza daye û ji hewlên hikûmetê jî ew tê fêmkirin ku, sizaya zîndanî gavek zûtir dê were pejirandin û digel ku Dadgeha Ewropa biryara azadkirina Demîrtaş daye jî, ewê di zîndanê de were hîştin.
S. B