AKP dê bi raportekê bersiva Dadgaha Mafê Mirovan bide

Partiya Dadê û Geşepêdanê (AKP) xwe amade dike ku bi raporeke berfireh bersiva Dadgaha Mafê Mirovan ya Ewropa ya di derbarê Serbestberdana Demirtaş de bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Dadê û Geşepêdanê (AKP) xwe amade dike ku bi raporeke berfireh ve bersiva Dadgaha Mafê Mirovan ya Ewropa ya di derbarê Serbestberdana Demirtaş de bide.

Li gorî Medya Tirkiyê, zagonzanên AKPê raporekê di derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa de amade kirine.

Di Raporê de, weke Serokê vê partiyê Recep Teyip Erdogan gotiye: "Ev biryar me girê nade"  parêznameyekê hatiye amadekirin.

Hin xalên sereke yên raporê wiha ne: “Ev biryar ji bo mudaxelekirina yasayên Tirkiyê, rêvekirineke. Her wiha, ev biryar di dewsa yasaya netewî de, biryara yasayên navbir in, yasayên navbir jî, nikare cîhê biryara dadgeha bilind bide.”

Di dawiya Raporê de jî wiha dibêje: “Biryara Dawî dê dadgeha me ya netewî bide.”

Piştî zîndaniya du salan zêdetir, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara xwe aşkera kir û da zanîn, mafê azadî, ewlekarî û hilbijartinê yê Selahedîn Demîrtaş hatiye binpêkirin û daxwaza berdana Demîrtaş û qerebûkirina wî ya maddî kiribû.

Li gorî xala 90emîn ya Destûra Bingehîn ya Tirkiyê, peymanên navneteweyî ên ku hatine karigerkirin di şûna qanûnan de ne. Di warê hikûmdayînê de dema cudatî jî di nava qanûn û peymanên navnetweyî de peyda bibin, hikmên peymana navnetweyî wek esas tên wergirtin.

Li gorî raveya hikmên vê yaseyê jî, divê Tirkiye biryara DMME bi cih bîne û Selahattîn Demirtaş azad bike.

 

S. B