Trump hevdîtina fermî ligel Erdogan hilweşand

Ligor ragihandina Koşka Spî, Serokê Amerikayê Donald Trump di Lûtkeya G20 de, dê hevdîtinek fermî ligel Serokomarê Tirkiye receb Tayyip Erdogan pêkneyîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor ragihandina Koşka Spî, Serokê Amerikayê Donald Trump di Lûtkeya G20 de, dê hevdîtinek fermî ligel Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan pêkneyîne.

Egera hilweşandina hevdîtina fermî nayê destnîşan kirin, lê ligor pîsporan daxûyaniyên Serokomarê Tirkiye di rojên dawî de, ku rexneyên tund li siyaseta Amerika li Sûriye û Rojhilata Navîn kirî, sedema hilweşandina hevdîtina fermî ne.

Di heman demê de, di daxûyaniya Koşka Spî de tê diyarkirin, ku dikare hevdîtinek nefermî pêk were, ligor protokola diplomas ev dikare di dema xwarinê yan liser piyan di navbeyna civînan de be.

 

 

C.B