Li Hewlêrê kampînek ji bo kêmkirina bûyerên çûnûhatinê birêve diçe
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja 12ê vê mehê kampînek ji bo kêmkirina bûyerên cûnûhatina otombîlan li pêş Parka Samî Ebdilrehman li Hewlêrê dest pê dike û sê rojan berdewam dibe.
Ew kampîne bi serperiştiya çend rêxistinên sivîl û sponseriya medyayî ya kenala Kurdistan24ê di bin navê (Kampîna #bila_êdî_Hozan_nebine_qurbanî) li Hewlêrê birêve diçe.
Ev kampîn hevdem e ligel roja çileya Hozan Şikak, ku yek ji qurbaniyên bûyerên çûnûhatinê bû û roja 4ê Mijdarê di bûyerê de canê xwe jidest da.
S. B