Çawîşoglu: Di zûtirîn dem de derbasî rojhilatê Firatê dibin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu radigihîne, Tirkiye dixwaze di zûtirîn dem de derbasî rojhilatê çemê Firatê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu radigihîne, Tirkiye dixwaze di zûtirîn dem de derbasî rojhilatê çemê Firatê bibe.

Mewlûd Çawîşoglu ji rojnameya “Hurriyet” a Tirkî re ragihand, Tirkiye dixwaze di zûtirîn dem de derbasî rojhilatê çemê Firatê li bakurê Sûriyê bibe.

Got jî: “Divê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê nekeve xizmeta Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û emê bi Washingtonê re hevrêziyê ji bo vekişîna hêzên wê bikin.”

Mewlûd Çawîşoglu amaje bi wê kir, Tirkiye dixwaze çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê bê dîtin û danûstandinên wan ji bo diyarkirina navan ji Komîta Destûrî a Sûrî re berdewam in.

Berî çend rojan Serokê Amerîka bi twitterkê ragihandibû, ewê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin.

Piştî wê biryarê jî, Serokomarê Tirkiyê gotibû, ewê destpêkirina operasyona li rojhilatê Firatê bi awayekî demkî rawestînin.

 

S. B