SANA: Israil erîşî sistema berevanî ya Sûriyê kir

Sîstema berevanî ya esmanî ya hikumeta Sûriyê rûbirûbûyê êrîşek li esmanê Şamê bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Sîstema berevanî ya esmanî ya hikumeta Sûriyê rûbirûbûyê êrîşek li esmanê Şamê bû.

Li gor ajansa fermî ya hikumeta Sûriyê SANA, sîstema berevanî ya asmanî ya artêşa wan karî rûbirûbûyê êrîşekê li ser esmanê rojavayê  gundewarê Şamê bibe û çend rokêt anîne xwarê.

Ligor hin jêderên leşkerî, ew rokêt ji aliyê esmanê Libnanê hatine avêtin.

Beriya niha jî, çendîn caran, Hikûmeta Sûriyê ragihandibû, Îsraîl ji asmanê Libnanê êrîşan li dijî wê pêktîn e.

Jêderek leşkerî ya Sûrî diyar dike ku, 7 mûşek hatine avêtin û ji wan 5 anîne xwar. Lê, liser ziyanên êrîşê tu agahdarî nehatine dan. Ji aliyê din ve rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan jî dibêje, êrîş ji aliyê Israilê ve hatiye encamdan.

 

 

C.B