Tirkiye: Em ne mîsoger in ku YPG ji Minbicê derdikeve

Erdogan: Berî niha bi seetekê ez digel dezgeha hawalgirî MÎTê axifîm. Heta niha tiştek ne mîsoger e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li ser vekişîna YPGyê ji Menbiçê radigihîne: Vekişîna YPGyê ne mîsoger e û ew li ser operasyona xwe ya dijî YPGyê rijd in.

Erdogan dibêje, ew dibe ko serdana Serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn bike.

Erdogan got: “Em dizanin hikûmeta Suriyeyê dijî Minbicê di nava bizaveke derûnî de ye. Em dizanin li wê derê al a xwe bilind kiriye, lê heta niha tiştek ne mîsoger e.

Berî niha bi seetekê ez digel dezgeha hawalgirî MÎTê axifîm. Heta niha tiştek ne mîsoger e. Bêgûman Rusya jî dibêje, tiştek mîsgor li Minbicê niye. Sibe şandeya min dê biçe Moskowê. Wezîrên min ên derve beravanî û nûnerê min ê taybet û serokê MÎTê  dê biçin Rusyayê van meseleyan bi berfirehî gengeşe bikin. Piştre ez jî, dibe ko biçim Moskow an jî Soçiyê û digel Putîn kom bibim”.

 

 

C.B