Akar: Em rê nadin “Korîdora terorê” ava bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar ku li gel Serfermandarê Giştî, Fermandarê Hêzên Bejayî, li hev kom bû û di derbarê Rojavayê Kurdistanê de got: Tekoşina me li dijî PKKê di nav welat û derveyî welat de, berdewam dibe.
Hulusî Akar bi daxûyaniyekê da zanîn: Ew derdorên ku xewnan bi duristkirina koridorek xeter ser sinorên wan hizir dikin, bila bizanin ew destûrê nadin.
Akar da zanîn: Çi dibe bila bibe, em destûrê nadîn, korîdorek xeter li ser sinorên me bê duristkirin, ji bo ku ev e çênebe, em amade ne bimrin.
Tirkiye liser sînorê rojavayê Kurdistanê hêza xwe zêde dike û amadeyiyên Operasyonê hemberî rojavayê Kurdistanê dike.
C.B