Berfê dibistanên 22 bajaran xistin bêhnvedanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde rêyên gelek gundan hatin girtin û dibistanên 22 bajaran ketin bihnvedanê.
Pêla berfbarînê li piraniya bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bandora xwe berdewam dike. Li gor agahiyan, niha li gelek deverên Bakurê Kurdistanê li bilindahiya berfê 2 metro derbas kiriye.
Herwiha rêyên gelek gundan hatin girtin û li hin rêyên sereke jî çûnûhatin bizehmetî tê kirin.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi giştî di 22 bajaran de dibistanên seretayî û navendî bo heyama rojekê ketin bihnvedanê.
S. B