Artêşa Tirk hêz dişîne Idlibê

Artêşa Tirk, bi armanca xurtkirina sengerên ser sînor zêdetir hêz dişîne ser sînorê Îdlibê

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirk, bi armanca xurtkirina sengerên ser sînor zêdetir hêz dişîne ser sînorê Îdlibê.

Artêşa Tirk, bi armanca xurtkirina hêz û binkeyên xwe yên li ser sînorê Îdlibê, gelek hêz û alavên leşkerî şandin Hatayê.

Hêzên û alavên, ku ji deverên cuda yên Tirkiyê bi rêya hesîn gihîştibûn Îskenderûnê, ber bi Hatayê bi rê ketin.

Hat ragehandin, hin hêzên hatine şandin gihîştine Deriyê Sînorê Babil Hewa û ew dê li ser sînorê werin bicîhkirin.

Li Idlibê şer di navbeyna hêzên rikber de rû dan. Hêzên ku piştgiriyê ji Tirkiye digrin, di şerê beramberî Tehrîr El Şam (Nusra ya berê) şkestin anîbûn. Ev yek herweha rêkeftina di navbeyna Rûsya û Tirkiye de liser Idlibê hatî kirin jî, dixe metirsiyê de.

 

 

C.B