Tek: Danîna qeyûman û kolana xendekan ne çareserî ne

Serokê Giştî yê PSK Mesud Tek beşdarî bernameya “Rojev” a K24ê bû li ser hilbijartinên herêmî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, piştî ku Tirkiye bo sîstema Serokomariyê hat guhartin, ti girîngiya parlemantiya Tirkiyê wek berê ji bo rêveberî û çavdêriya welêt ku du erkên girîng ê parlemantoyê ne, nema. Li Tirkiyê “Sultanîzm” vegeriya ye û desthilat ket destê take kesekî û di vê rewş û mercê de hilbijartinên herêmî gelekî girîng in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mesud Tek got, desthilat ketiye destê Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ku her şaredariyek ne li gor dilê wî be, dikare astengiyê jê der derbixe û ew bixwe dibêjin, heger çi şaredariyek li gor dilê wan be, dê qeyûman ji bo wê diyar bikin.

Li ser karîna peydakirina derfeteke demokratiyê di şaredariyan de Mesut Tek got, Tirkiye dema îmzekirina hevpeymanên navnetewî çi bi Yekîtiya Ewropa re û çi bi Netewên Yekgirtî de hin xalan îmze nake, wek mînak Tirkiyê hevpeymaniya mafê zarokan ê navdewletî îmze kiriye, lê mercê zimanê zikmakî îmze nekiriye, ji ber vê jî zarokên Kurd nikarin bi zimanê Kurdî perwerde bibin.

Herwiha got, di proseya endametiya bo Yekîtiya Ewropa Ak Partî gavin baş avêtin, lê hin xal ji bo rêveberiya herêmî Yekîtiya Ewropa peyrew dike, lê Tirkiyê ew îmze nekirine.

Li ser hevpeymaniya Ak Parti û MHPê got, heta ew hevpeymanî berdewam e, Ak Partî ti gavan ji bo xêra Kurdan navêje. Ji ber wê pir girîng e Kurd di hilbijartinên herêmî de hebûna xwe biçespîne û rêveberiya herêmên Kurdî bixe destê xwe.

Amaje bi wê yekê kir, nêzîkî 15 salan e şaredariyên Bakurê Kurdistanê di destê HDPê û yên nêzîk wan de ne, dibe ku xizmeteke baş ji milet re nekiribin û d gelek waran de biser neketin, lê divê miletê deng dane wan ji wan bipirse. Di heman demê de li gelek şarederiyên din ên Tirkiyê gendelî heye, lê dewletê qeyûm ji bo nedaniye.

Li ser hevpeymaniya PSK û PAKê “Hevpeymaniya Welatperwer û Demokratîk” got, ew ne alternatifek ji hevpeymaniya HDP û partiyên Kurdistanî re ye. Me xwast nîşan bidin ku siyaseta Kurdistanê pir reng e. Em dibînin siyaseta erkdarkirina qeyûman ne çareserî ye û milet ne bi siyaseta kolana xendekan re ye. Siyaseteke din a netewî ya Kurdistanî heye. Em dixwazin nîşanî xelkê bikin ku dengine din jî hene û divê bihêztir bibe. Heger li Bakurê Kurdistanê siyaseta birêk û pêk hebe, dê HDP dikar kêmasî û zêdegaviyên xwe jî bibîne.      

S. B