Mesrûr Barzanî pêşwaziya Alistair Burt kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî destnîşankir, ku Brîtanya ji bo nêzîkahiya Hewlêr û bexdayê û çareseriya pirsgîrêkan dikare xwedî rol be.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paytext Hewlêrê pêşwaziya şand a Brîtanya bi Serokatiya Wezîrê Dewletê yê berpirsiyar ji Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqe Alistair Burt, kir.
Di hevdîtinê de herweha balyozê Brîtanya yê Bexdayê û Konsûlê Hewlêrê amade bûn û pêwendiyên Kurdistan û Brîtanya û rewşa herêmê hatin gotûbêj kirin.
Mesrûr Barzanî pejirandina budçeya giştî ya Iraqê û xalên bi Kurdistanê ve girêdayî, bi erênî bi wesfkir û diyarkir, ku ev yek bandorek erênî li pêwendiyên Hewlêr – Bexda dike. Destnîşankir, ku Brîtanya ji bo nêzîkahiya Hewlêr û bexdayê û çareseriya pirsgîrêkan dikare xwedî rol be.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Brîtanî Alistair Burt, piştgiriya xwe ya pêwendiyên London-Hewlêrê û pêşxistina van pêwendiyan anî ziman
C.B