Rûniştvanên bakurê Kurdistanê 17 milyon kes in
K24 – Navenda Nûçeyan
Dinav hefteyê de, serjimêr a welatiyên Tirkiye bi giştî hate ragihandin, ku zêdetirî 82 milyon kesan e. Ligor heman serjimêrê – rûniştvanên bakurê Kurdistanê 17 milyon 089 hezar 812 kes in.
Di encama serjimêrê de derdikeve, ku mezintirîn bajarê bakurê Kurdistanê Riha bi 2 milyon 035 hezar 809 kes in, duyem bajarê mezin - Dîlok biser 2 milyon 028 hezar 563 kes û sêyem jî Diyarbekir 1 milyon 732 hezar 396 kes in.
Ji derveyî bakurê Kurdistanê, bi milyonan Kurd li rojavayê Tirkiye, di serî de li Stenbol, Enqere, Izmir, Mersin, Edene, Antalya û bajarên din dijin.
C.B