Ji pêkanîna hikûmetê PDK û YNKê dicivin

Îro her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sibe bicivin.

Medyaya fermî ya YNKê belav kir, îro her du polîtburoyên YNK û PDKê li Hewlêrê ji bo guftûgokirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.

Lê jêderekî ji Polîtburoya PDKê ji K24ê re ragihand, biryar e sibe polîtburoyên PDK û YNKê ji bo guftûgokirina pirsa hikûmeta nû, Kerkûk û Bexdayê bicivin.

Pêştir, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl ragihandibû, her partî li Hewlêr bi armanca guftûgokirina pêkanîna hikûmeta nû, danîna Parêzgarê Kerkûkê û postê Wezîrê Dadê ya Hikûmeta Bexdayê dicivin.

Ev civîn piştî serdana şandeke bilind a YNKê bo Bexdayê tê, YNKê daxwaz posta Wezerata Dadê ji hikûmeta Adil Ebdilmehdî dike.

 

S. B