Erdogan: Şaredariyên HDP, pere ji PKK re rêdikirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, wan ji bo rê li ber rêkirina pereyên hukimetê bo PKKyê bigirin, dest danîn ser şaredariyen HDPyê.
Erdogan li Koşka Serokomariyê axifî û da zanîn, ko şaredarên HDPyê pereyên hikûmetê rêkirin PKKyê. Ew jî neçar man dest deynin ser şaredariyan û di encama diyarkirina qeyyûman de, bajarên bakurê Kurdistanê ji nû ve ava bûn û pêş ketin.
Erdogan diyarkir: “Xendekên li bakurê Kurdistanê hatin kolandin welatê me rezîl û perîşan kirin. Me jî di çarçoveya yasayan de dest danî ser şaredariyan û qeyyûm diyar kirin. Lewra em nikarin bi kesên ko pereyên hikûmetê ji Qendîlê re rêdikin kar bikin. Bi riya qeyyûman bajarên bakurê Kurdistanê ji nû ve ava bûn û xelk gihiştin bextewariyê. Ev cûdakarî niye. Yên ko xendekan dikolin cûdakariyê dikin”.
C.B