Erdogan: Seranserî bakurê Sûriyê wek Efrînê dikin

Serokomarê Tirkiyê dibêje, çawa li Efrînê operasyon kirine, ewê ji Minbicê bigire seranserî sînorê başûrê Tirkiyê heman helwestê nîşan bidin. Erdogan careke din got, hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bo Tirkiyê tê wateya man û nemanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: “Ji Sûriyê heta Iraqê, her cure lîstikên hember welatê me, çi li ser maseyê, çi li meydanê emê xerap bikin. Me çawa li Efrînê yên bi hezaran loriyan hatibûn pirçekkirin tek birin, ji Minbicê heta seranserî sînorê başûrê xwe jî wan têk dibin. Digel ku Serokê CHPê dibêje, YPG êrişî me nake" jî, em rê nadin li bakurê Sûriyê korîdoreke terorê bête dirustkirin.”

Herwiha Erdogan behsa herêma ewle kir û got: “Emê herêmeke ewle dirust bikin, ta penaberên Sûrî bi awayeke ewle bikaribin vegerin.

Derbarê hilbijartinên herêmî yên 31 Adarê li Tirkiyê de jî got: “Yên Sûriye tevlihev kirin û hevaltiya rêxistinên terorê dikin, li benda encamên hilbijartina 31'ê Adarê ne. Yên dixwazin li başûrê sînorê me dewleta terorê dirust bikin, yên dixwazin Tirkiye di warê aborî, leşkerî û siyasî de lawaz bibe, li benda 31'ê Adarê ne, jiber vê jî ev hilbijartina man û nemanê ye.”

S. B