Vîdyo.. Bêzjer ên Nîyozlendayê bo piştîvanîyê li Musilamanan, bi serpoşî ve diderkevin
K24- Hewlêr
Hijmarek a bêzjer ên Kenal ên telefizyonî yên Nîyozlendayê, weku piştîvanîyekê bo musilmanan serpoş xistine ser ê xwe û biserpoşî ve nûçeyan pêşkêş dikin.
Evro Heynîyê, rêresm ên veşartin a term ên wan muslmanan dihê encamdan Ewên roj a Heynî ya burî ji alîyê kesek ê tundrew û bi wicax Ûsturalî di karek ê teroristî de bûne qurbanî.
Bi hezaran hevwelatî yên Nîyozlendyê bi armanc a piştîvanîyê li musilman ên welatê xwe û şermezarkirin a ewî kar ê teroristî ya heftî ya burî, evro dê pişikdarîyê li wê rêresm bikin