Binalî Yildirim daxwaza dengên HDP dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Namzedê Şaredariya Stenbolê yê AK-Partiyê Bînalî Yidirim daxwaza dengên HDPyê dike.
Bînalî Yildirim dibêje, AK-Partî û HDP 2 partiyên serekene ko ji Kurdan deng werdigrin.
HDP li Stenbolê beşdarê hilbijartinan nabe û bêgûman dengdêrên HDPyê dikarin dengê xwe bidin wî. Ligor Bînalî Yildirim ne rast e HDP li ser dengên Kurdan bazariyan bike. HDP û Kurd ji hevûdu cûda ne. HDP heta niha nekarî xwe ji PKKyê dûr bigre.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî, gelek caran bangeşe dike, ko HDP baskê PKKyê û CHPyê jî tometbar dike ko digel HDPyê hevpeymanî kiriye.
C.B